Li Amerîka di rojekê de zêdetir ji 1700 kesî bi Koronayê mirin
Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins heta niha li Amerîka 12 hezar û 700 kesî canê xwe jidest dane, hejmara mezin jî li New Yorkê ya wek navenda wê nexweşiyê tê hejmartin bû ku 4 hezar û 9 kesan canê xwe jidest dan.
Li Amerîka heta niha zêdetir ji 398 hezar kesî bi vîrusa Korona ketine, jê 22 hezar kes baş bûne.
Di vê derbarê Serokê Amerîka Donald Trump di destpêka vê hefteyê de ragihandibû, welatê wî derbasî “qonaxeke metirsîdar” dibe û hejmara qurbaniyan zêde ye û ev hefte bi “Hefteya her dijwar” bi nav kir û got: “Dê gelek kes bimirin”.
Ev yek di demekê de ye, niha vîrusa Koronaya Nû COVID-19 zêdetir ji 200 herên û welatên cîhanê belav bûye, nêzîkî 1.4 milyon kes bi wê virusê ketine û zêdetir 80 hezar kesî pê canê xwe jidest dane.
K24
