• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bo Johnson: Derbasbûyî be

Nêçîrvan Barzanî bo Johnson: Derbasbûyî be
hêviya tendirostiyê jê re dixwaze
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêgeha xwe ya twitterê peyamek bo Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson şandiye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Di vê pêvajoya dijwar de hest û duayên min bo Boris Johnson û malbeta vî û gelê Brîtanyayê ne.

Hêvî dikim Johnson bilez baş bibe û vegera mala xwe.

Weke tê zanîn Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson beriya çend rojan bi Koronayê ketibû û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriya nûjdarî deye.
Top