• Saturday, 07 February 2026
logo

Sûriye dixwaze ji Iraqê elektrîka 24 demjimêrî werbigire

Gulan Media August 9, 2025 Nûçe
Sûriye dixwaze ji Iraqê elektrîka 24 demjimêrî werbigire

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê got ku ew ê di demek nêzîk de serdana Iraqê bike da ku boriya petrolê ya Kerkûk-Bendera Banyasê ya Sûriyê vejîne.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê Mihemed Beşîr di daxuyaniyekî çapemeniyê de got amadekariyan dikin ku li gel berpirsên Iraqê gotûbêjan bikin, da ku boriya petrolê ya Kerkûk-Bendera Banyasê ya Sûriyê ji nû ve were vekirin. Armanca serekî ya ji bo rakêşana wê boriyê jî, zêdekirina enerjiya Sûriyê ye, ku ji bo berhemanîna elektrîkê bê bikaranîn.

Derbarê elektrîka Sûriyê de got:  "Em rojane 8 heta 10 demjimêran elektrîkê didin welatiyan, ku ev serkeftinek e ji ber ku di salên berê de, ewqas elektrîk qet ji welatiyan re nehatiye dayîn."

Rayedarên Iraqê li ser gotinên Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê ti daxuyaniyek nedane, lê medyaya Sûriyê, Ereb û Tirkiyê bi giringî ve behsa wan daxuyaniyên Beşîr agahî dikin.

Çend roj berê, gaza xwezayî ya Azerbaycanê bi rêya Tirkiyê ji bo Sûriyê hat hawirdekirin, ku ji bo elektrîkê tê bikaranîn.

Tirkiye, ku di dabînkirina elektrîkê ya 24 demjimêran a Sûriyê de xwedî roleke sereke ye, ji bo wê jî hemû asankariyekî dike ku enerjî ji wan welatan ve bigehe Sûriyê, lê hîn bi fermî li ser daxuyaniya Beşîr a ji bo danîna boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ti daxuyaniyekî fermî nedaye.

 

Basnews

Top