• Saturday, 07 February 2026
logo

Ermenîstan û Azerbeycanê peymana aştiyê îmza kirin

Gulan Media August 9, 2025 Nûçe
Ermenîstan û Azerbeycanê peymana aştiyê îmza kirin

Ermenistan û Azerbaycanê duh 08.08.2025ê bi beşdariya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, peymanameya aştiyê îmze kirin.

Di merasîma îmza kirina peymana aştiyê de Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Piştî 35 salan şer, her du alî dost in û soza aştiyeke mayînde dane."

Herwaha got: "Li gorî peymana di navbera wan de, ew ê bi hev re bixebitin û hevkariyê bikin."

Trump diyar kir; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi Ermenistan û Azerbaycanê re gelek peymanên hevkariyê îmze bike.

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî ragehand: "Di çarçoveya peymana aştiyê ya bi Ermenistanê re, em ê nexşerêyek ji bo hevkariyê û şirîkatiya stratejîk bi Washingtonê re amade bikin."

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan jî diyar kir: "Peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re pir baş e û derfetên baş ji bo hevkariyê û têkiliyên xurt peyda dike."

Herwaha got: "Ev qonaxa nû dê bihêle ku em rêzê li aştî û axa hevdu bigirin."

 

Basnews

Top