Li Hewlêrê 14 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya domandina cerbandinên nûjdariyê de bo şêniyên Hewlêrê, der ket ku 14 welatiyên din li 6 taxên cuda cuda yên Hewlêrê bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han piraniya wan welatiyên ku bi Koronayê ketine, berketiyên her du pirseyên taxa Karêzanin.
