Berpirsekî Kurd ê partiya Davutoglu û malbata wî bi koronayê ketin
Cuma Içten ku niha di partiya Davutoglu de, Serokê Desteya Şopandina Ciwanan û Werzişê ye, li ser hesaba xwe ya Twitterê tûşbûna xwe, hevjîn û keça xwe bi koronayê piştrast kiriye.
Cuma Içten herwiha ragihandiye, piştî ku encamên testên wan ên koronayê pozîtîv derketin, wan dest bi tedbîrên xwe yên ji bo kerentîneyê kirine.
Îçten spasiya hemû zixm û dost û wan kesan kiriye ku ji rewşa tendirustiya wî û malbata wî pirsîne û daxwaza lêborînê jî kiriye, ku nikarîne bersiva pêwendiyan bidin.
Wî rayedarê partiya Paşerojê di peyama xwe de ku roja Duşemê 6ê Nîsanê belav kiriye, wiha gotiye: “Hevalên min ên xoştivî, îro encamên testên koronavirusê yên min, hevjîna min û keça min pozîtîv derketin. Me dest bi dermankirinê kiriye, ji ber ku me negihîştine bersivdana telefon û peyamên hezkiriyên xwe lêborînê dixwazin, spasiya yek bi yekê we dikin û bi duayên we em dê vê pêvajoyê derbas bikin.”
Cuma İÇTEN
✔
@cumaicten
Değerli gönül dostları, bugün yapılan kontrollerde benim eşimin ve kızımın KORANAVİRÜS #koronavirues testleri pozitf çıkmıştır. Tedaviye başladık, sevenlerimizin telefon ve mesajlarına yetişemediğim için özür, her birinize tek tek teşekkürler, dualarınız ile bu süreci atlacağız.
2,537
4:16 PM - Apr 6, 2020
Twitter Ads info and privacy
1,125 people are talking about this
Li ser tûşbûna wî siyasetvanê Kurd û berpirsê xwe, Partiya Paşerojê jî li ser twittera xwe daxuyaniyek daye û ragihand: “Testên COVID-19 ên Serokê Desteya Şopandina Ciwanan û Werzişê yê partiya me birêz Cuma Îçten û malabata wî pozîtîv derketin. Em ji bo Cuma Îçten û malbata wî ku dest bi dermankirinê kirine, daxwaza derbasîbûnê dikin, û ji wan nexweşên xwe re hêviya çareseriyê dixwazin.”
Xezûrê wî berpirsê partiya Paşerojê jî du roj berî niha bi sedema tûbşbûna bi koronayê jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî wê yekê Içten roja 5ê Nîsanê twitteke Navenda Medyaya Partiya Paşerojê li ser hesabê xwe ya twitterê belav kiriye ku tê de hatiye gotin, xezûrê wî Huseyin Demir di encama tûşbûna bi koronayê de jiyana xwe ji dest daye.
Gelecek Partisi
✔
@GelecekPartiTR
Gençlik ve Spor Politika İzleme Kurulu Başkanımız Sayın Cuma İçten'in ve ailesinin COVID-19 testi pozitif çıkmıştır. Tedavisine başlanılan Cuma İçten'e ve ailesine geçmiş olsun dileklerimizi iletiyor, bu vesileyle tüm hastalarımıza da acil şifalar diliyoruz.
Rudaw
