Li Hewlêrê 41 kesên din tûşî koronayê bûn
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji wan 41 kesên ku nû bi COVID-19 ketine, “17 kes jin, 15 kes zilam û 9 kes jî zarok in.”
Li gor daxuyaniyê, “2 ji tûşbûyên nû li qezaya Soran, 3 kes li nahiyeya Sîdekan, kesek li gundê Heleceya Biçûk û 35 kesên din li nav bajarê Hewlêrê ne.”
Ev zêdetirîn rêjeya tûşbûna bi koronayê li Herêma Kurdistanê di rojekê de ye.
Wezaretê diyar kiriye, “tûşbûyên nû yên li Hewlêrê akinciyên taxên Kanî Genî, Alton City, Şêx Ehmed, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 121ê Gulan, Jiyan û Zîlan City ne, ku piraniya wan berkevtiyên tûşbûyên herdu taziyeyên li taxa Karêzan a Hewlêrê ne, û 2 kesên din jî pêştir serdana derve kirine.”
Bi van tûşbûyên nû, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, bo 277 kesan bilind bû.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 88 kes ji tûşbûyên koronayê baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
