• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bo xelkê Kurdistanê: Em bi we şanaz in

Nêçîrvan Barzanî bo xelkê Kurdistanê: Em bi we şanaz in
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de spasiya welatiyan, hêzên ewlehiyê, kadroyên tendirsutiyê û medyayên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “em bi we şanaz in.”

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabên xwe yên li twitter û facebookê têkildarî rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê ya bi sedema vîrusa koronayê, peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Spasiya hemwelatî û akinciyên Herêma Kurdistanê dikim, ji ber mana wan li malê û pabendbûna wan bi rênimayiyan.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dib spasiya “karmendên tendirustiyê, Pêşmerge, karmendên firokexaneyan û deriyên sînorî, dezgehên ewlehiyê, medya û tevahiya qehremanên ku bo parastina Kurdistanê ji vîrusa koronayê ranawestin”, dike û dibêje: “Em bi we şanaz in.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, hejmara kesên ku heta niha li herêmê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 236 kesan.

Herwiha 88 kes ji tûşbûyan baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top