Umêd Xoşnaw: Amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Hewlêrê dest pê kirine
Parêzgarê Hewlêrê, daxuyaniyekî de destpêkirina amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ragihand.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 03/08/2025ê daxuyaniyek da û got: "Di bin serpereştiya Parêzgarê Umêd Xoşnaw de, ji bo amadekirina plan û amadekariyên hilbijartinên aştiyane yên parlamentoya Iraqê, li dîwana parêzgehaha Hewlêrê bi beşdariya berpirsê ofîsa Hewlêrê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê civîna lijneya ewlehiya hilbijartinê ya parêzgehê birêve çû.
Herwaha hat ragehandin: "Di civînê de, piştî nîqaşkirina dabînkirina şert û mercan di navendên dengdanê yên taybet û navendên dengdanê yên giştî de di hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên ku ji bo Mijdara îsal hatine plankirin, parêzgar destxweşî li hêzên ewlehiyê û aliyên peywendîdar kir ku di helbijartinên borî de bi başî û rêk û pêkî erkên xwe bicîh anîne û erk karên hêzên navxwe, berevaniya sivîl, fermangehên xizmetguzariyê yên din li gor tevdîrên pêwîst erkên wan destnîşan kir û ji bo serkeftina proseyê jî hemû alîkarî û piştevaniyekî parêzgeh û fermangeh û aliyên peywendîdar ên ji bo ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan teqez kir.
Hat diyar kirin: "Parêzgarê Hewlêrê, ji bilî misogerkirina amadebûna hemû aliyên peywendîdar, hêvî kir ku bi biryar û rêbernameyên komîsyonê, hilbijartinek aştiyane, di atmosferek aram, demokratîk û serketî de li Hewlêrê û Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk were."
Basnews
