• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzani li Hewlerê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Japonyayê kir

Gulan Media August 3, 2025 Nûçe
Serok Barzani li Hewlerê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Japonyayê kir

Îro 03.08.2025ê Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Japonyayê li Hewlêrê Hitoshi Ishizuka kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bo erkê wî yê nû pîrozbahî li Konsulê Giştî yê nû yê Japonyayê kir û serkeftin jê re xwest. Serok Barzani destnîşan kir ku şaristaniya gelê Japonyayê xizmetekî mezin ji mirovahiyê re kiriye û di vî warî de roleke girîng lîstiye. Hewraha amadebûna xwe û piştevaniya xwe û yên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Japonyayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê nû yê Japonyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo wergirtina erkên xwe wekî Konsulê nû yê Japonyayê li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez kir ku Hikûmet û gelê Japonyayê dê berdewam piştgirî û girîngiyê bidin têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê de.

Di hevdîtinê de her wiha li ser rewşa siyasî û pêşkeftinên dawî yên li herêmê û Iraqê nêrîn hatin danûstankirin û tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê de hat kirin.

Top