• Saturday, 07 February 2026
logo

Parlamentoya Iraqê dê kesên ku beşdarî rûniştina îro nebûn ceza bike

Gulan Media August 3, 2025 Nûçe
Parlamentoya Iraqê dê kesên ku beşdarî rûniştina îro nebûn ceza bike

Parlamentoya Iraqê ji bo biryardana li ser neh pêşnûmeqanûnan civiya, cîgirê yekem ê parlamentoya Iraqê radigehîne ku navên wan endamên ku beşdarî civînê nebûne dê werin weşandin û cezayê madî jî dê bikeve ser wan, yên ku hewl bidin jî dê milyonek dînar ji mûçeyên bê kêm kirin.

Parlamentoya Iraqê îro Şemiyê ji bo nîqaşkirin û biryardana li ser neh pêşnûmeqanûnan civiya, lê hin parlamenter di rûniştinê de amade nebûn, di vê derbarê de jî Cîgirê Serokê Yekem ê Parlamentoyê Mohsîn Mendelawî daxwaza weşandina navên kesên ku beşdarî civîna îro nebûne kir.

Cîrorê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê herwaha got, "Em ê hewl bidin ku milyonek dînar ji mûçeyên wan parlamenterên ku beşdarî civîna îro nebûne kêm bikin."

Ev jî di demekî de ye ku duh roja Înê rojeva civîna îro a Parlamentoya Iraqê hat eşkere kirin, ku tê de qedexekirina xwepêşandanên derengiya şevê jî hebû.

 

Basnews

Top