Cîgirê Mîrê Êzîdiyan: Eger Serok Barzanî û Pêşmerge nebûya, dê hemû Êzîdî tune bikirana
Cîgirê Mîrê Êzîdiyan behsa rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Şingalê û alîkariya Kurdên Êzîdî de dike û tekez dike ku eger Serok Barzanî û Pêşmerge nebûya, wê hemû Êzîdîyên li navçeyê tune bikirana.
Îro 03.08.2025ê 11 sal li ser karesat û trajediya Şingalê re derbas bûn, ku ji ber êrîşa hovane ya DAIŞê û revîna bi deh hezaran çekdarên artêşa Iraqê û bi cîh hiştina çekên herî pêşketî û çekên giran û sivik bo wan çekdarên DAIŞê, Şingal ket destê wê rêxistina terorîst û ji ber wê jî bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok ji aliyê wê rêxistina DAIŞê ve hatin kolekirin, ku paşê bazarek koleyan a mezin ava kirin û kirîn û firotina koleyan wek demên herî tarî yên dîroka mirovahiyê ava kirin.
Vê derbarê de Cîgirê Mîrê Êzidiyan Cehwer Elî Beg ji BasNewsê re ragehand: "Berî rizgarkirina Şingalê, em bi Mîr Hazim Husên Beg, Babaşêx û hejmarek serokên eşîran re civiyan û çûn cem Serok Barzanî. Serok Barzanî ji ber wê karesatê gelek nîgeran bû û soz da ku heta nefesa xwe ya dawî Kurdên Êzîdî biparêze û divê Şingal û tevahiya herêmê were rizgarkirin û keçên Êzîdî ji destên terorîstên DAIŞê werin rizgarkirin. Şerekî mezin li Şingalê hate kirin û 508 şehîd hatin dayîn, Pêşmerge û şervanên Êzîdî di rizgarkirina Şingalê de roleke qehremanî lîstin. Serok Barzaniyê bi xwe li Şingal û Sihelayê ma û serpereştiya şer û rizgarkirina herêmê kir."
Herwaha got: "Serok Barzanî di civînê de berê xwe da me û got, 'Ez soz didim we ku em ê bi serbilindî li Çiyayê Şingalê bicivin. Serok Barzanî soza xwe gehand cîh û em hemû bi serbilindî çûn Şingalê.’’
Cîgirê Mîrê Êzidiyan got: "Tiştê ku Serok Barzanî kir wêrekiyeke mezin bû. Ger Serok Barzanî û Pêşmerge nebûna, tiştek bi navê Êzîdiyan nedima ji ber ku ferman hatibû dayîn ku ew werin tunekirin.’’
Rudaw
