• Monday, 09 February 2026
logo

Baregeha Barzanî bi helkefta 40. salvegera cînosayda kurdên Feylî peyamek belav kir

Baregeha Barzanî bi helkefta 40. salvegera cînosayda kurdên Feylî peyamek belav kir
Baregeha Barzanî bi helkefta çilemîn salvegera cînosaydkirina kurdên Feylî ji aliyê rêjîma Beisî ya Iraqê ve peyamek belav kir.

Baregeha Barzanî bi helkefta 40 saliya salvegera cînosaydkirin û sirgûnkirina bi hezaran kurdên Feylî ji aliyê rêjîma Beisî ya Iraqê ve peyamek belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:

Çil sal bi ser tawana enfal û cînosaykirina kurdên Feylî ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve derbas dibe. Di wê tawanê de 12 hezar kurdên Feylî hatin enfalkirin, wendakirin û şehîdkirin.

Cînosaydkirina kurdên Feylî berdewamiya wan zincîre tawanan bû yên ku di sedsala bîstem de ji aliyê rêjîmên Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatibûn kirin.

Kurdên Feylî di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de xwedan roleka bi bandor bûne û ew tawana mezin jî ku li dijî wan hat kirin, tenê ji ber kurdbûna wan bû. Ew tawan, zilm û neheqiyek mezin bû li djî gelê me û birînek e ku ti carî nayê jibîrkirin.

Zêdebarî wê yekê ku tawana ku rêjîma berê li dijî kurdên Feylî kiriye, ji aliyê dadgeha bilind ya tawanan ya Iraqê ve wek cînosayd hatiye qebûlkirin lê heta niha jî şûna wê tawana hovane maye û divê dewleta Iraqê tevahiya ziyanên wê tawanê û hemû wan tawanên ku li dijî gelê me hatine kirin, qerebû bike.

Basnews
Top