Wezareta navxwe ya Kurdistanê qedexeya “48 saetî” dirêj kir
Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser qedexeya derketina derve ya 48 saetî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew spasiya welatiyan dikin ku pêbendî qedexeyê bûne bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê.
Wezareta navxwe daye zanîn, ew mijûlî nirxandina pêşniyarên parêzgar, rêveberiyên deveran û wezaretên pêwendîdar in da ku fermanek nû bidin, ji ber wê jî heta ragihandina wê fermanê, qedexeya ku 48 saet berê hatibû ragihandin, dê bidome.
Biryar bû qedexeya ku 48 saet berê hatibû ragihandin, îro saet 12:00 nîvro xilas bibe.
Basnews
