Şaxewan Ebdulah li baregeha Netewênyên Yekbûyî: Milîsan jêrxaneya aborî ya Kurdistanê kire armanc
Şaxewan Abdulah, Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê, di gotarekê de li civîna serokên parlamentoyên cîhanê, li baregeha Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê, behsa gefên ewlehiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Herwaha di axaftina xwe de got, "Tevî hewldanên hikûmeta Iraqê, komên çekdar ên milîs hîn jî li ser ewlehiya navxweyî û aştiya civakî gefin."
Herwaha diyar kir, "Di demên dawî de, bi dehan dron ji aliyê wan grûbên milîsan, Herêma Kurdistanê û binesaziya aborî ya Kurdistanê û zeviyên petrolê hedef girtine.”Ev yek bûye sedema kêmbûna hilberîna petrolê, ku bandorê li jiyana aborî û mirovî û xelkê dike.
Hikûmeta Iraqê amadebûna xwe ji bo lêkolîna êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nîşan daye, lê encam hîn nehatine ragihandin û ti tedbîrên cezakirinê nehatine girtin.
Basnews
