• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir

Gulan Media August 2, 2025 Nûçe
Serokê Hikûmetê Cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Çileyê Havînê li Kurdên Êzidî pîroz dike û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên Êzidiyan tekez dike.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:

Ez cejna Çileyê Havînê li tevaya xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê û rêzdar Mîrê Êzidîyan û Babe Şêx û Civata Rohanî pîroz dikim.

Ez hîvîdarm bi xêr û xweşî rojên cejnê biborînin.

Em omêda paşerojeka baştir bo xûşk û birayên Êzidî dixwazim û piştevanîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bo maf û daxwaziyêt rewa yêt wan dûpat dikin ve.

Herdem di xweşiyê da bin.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê

Top