• Monday, 09 February 2026
logo

Li girtîgeha Mehabadê alozî derketin kuştî û birîndar hene

Li girtîgeha Mehabadê alozî derketin kuştî û birîndar hene
herî kêm 6 kuştî û birîndar hene
Li gor çavkaniyên nûçeyan îro li bendîxaneya navendî ya bajarê Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê di navbera girtî û gardiyanan de şer û pevçûn qewmiye.

Di girtîgeha Mehabadê de yaku nêzî 300 girtî tê de dimînin jiber nebûna xizmetgozariyan û bêpar hêştina girtiyan ji hin maf û îmtiyazan, bi taybetî azad kirina girtiyan jiber metirsiya Koronayê, di navbera zirêvan û girtiyan de şer û pevçûn qewmiye û herî kêm 6 girtî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku zirêvan gole li ser girtiyan reşandine jiber vê yekê tê payîn hijmareke zêde girtî canê xwe ji dest dabin anjî birîndar bibin.
Top