Li Tirkiyê mirina 76 kesên din bi Korona hatin tomarkirin
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên dawîn de, 76 kesan bi virusa Korona canê xwe jidest dane, ku hejmara giştî ya mirina li Tirkiyê gihîşt 501 kesan.
Amaje bi wê jî da, heta niha 23 hezar û 934 bi vîrusa Korona ketine û 786 kes jî baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine û vegerya melên xwe.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire îro 19 hezar û 664 test hatin çêkirin. Di vê çarçoveyê de 3 hezar û 13 kesên wek pêketiyên nû hatin tomarkirin.
