• Monday, 09 February 2026
logo

18 pêketiyên bi Korona li Hewlêrê hatin tomarkirin

18 pêketiyên bi Korona li Hewlêrê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro 18 pêketiyên bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji koma pêketiyan 8 peya, 6 jin û 4 jî zarok in û hemûyan vîrus ji pêketiyên berê vegirtine.

Diyar kir jî, hejmara kesên vîrus ji pêketiyê serxweşiya taxa Karêzan a Hewlêrê vergirtine , gihîştiye 32 kesan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bû 232 kes, ji wan 3 kesan canê xwe jidest dane û 74 kes jî bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Top