• Saturday, 07 February 2026
logo

Encûmena Wezîran: Lîsteya mûçeyan a sererastkirî û bilançoya meha Hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin

Encûmena Wezîran: Lîsteya mûçeyan a sererastkirî û bilançoya meha Hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin

Îro 30.07.2025, bi serpereştiya Serokwezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Xala yekem a civînê, nîqaşkirina gavên dawî yên ji bo dayîna mûçeyên Hezîran û Tîrmeha 2025an li gorî biryara hevbeş a herdu encumenên wezîran Federal û Herêma Kurdistanê û şopandina xebatên lijneyên hevbeş ên Wezaretên Darayî û dîwana çavdêriyê ya Federal û Herêma Kurdistanê li gor biryara dawî ya herdu encûmenên wezîran a Federal û Herêmê bû.

Destpêkê Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek li ser dabeşkirina dahatên giştî li Herêma Kurdistanê û destnîşankiirna durên dahatê û çavkaniya wê û bingeha yasaya wergirtinê aşkera kir, ku mehane bi awayekî zelal û şefaf, di çarçoveya terazûna pêdaçûnê, pêşkêşî wezareta darayî ya federalî kiriye û bi berdewamî jî ji aliyê tîmên hevbeş ên herdu dîwanên çavdêriya darayî ve jî hatiye denetim kirin.

Wezîrê Darayî û Aborî amaje bi wê da ku nûnerên Herêma Kurdistanê li lijneyên hevbeş ên herdu aliyan bo dabeşkirina dahatên ne-Petrol û destnîşankirina beşa xizîneya federalî di vê van dahatan de, hevkar bûn li ser serxistina karê lijneyê û li gor destûr û yasaya birêvebirina darayî ya federal û yasaya bûdceya sê sale, bi hûrî û hesas pêşniyara herêmê di vê derbarê de amade kiriye.

Wezîrê Darayî û Aboriyê rave kir ku lîsteya mûçeyan û bîlançoya sererastkirî ya meha Hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin ku li hember wê, erkê Wezareta Darayî ya Iraqê ye ku mûçeyên Hezîranê bide.

Encûmena Wezîran ji bo vê rapora analîtîk a li ser dahatên ne-petrolê yên herêmê û hewldan û xebata wan a di vî warî de, Wezareta Darayî û Aboriyê û tîma Dîwana Çavdêriya Darayî û Danûstandinan bi Bexdayê re spasî kir. Encûmena Wezîran herwiha nêrîna Wezaretê li ser dabeşkirina dahatan di çarçoveya metnên destûrî û yasayî yên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin de pejirand. Herwiha nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di lijneya hevbeş a bi hikûmeta federal re erkdar kir ku vê nêrînê bi hevkarên xwe yên di komîteyê de nîqaş bikin, da ku pirsgirêka dahatên ne-petrolê di zûtirîn dem de were çareser kirin, li gor wan rêkarên hevbeş ên di biryara herdu Encûmenên Wezîran ên Herêm û Federal ê de hatiye.

Pişt re Kemal Mihemed Salih, wezîrê çavkaniyên xwezayî yê bi wekalet, mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê di ronahiya biryara hevbeş a dawî ya Encumena Wezîran a Federal û Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir.

Piştî nîqaşan, Encûmena Wezîran biryar da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berpirsiyartiya tezmînkirina şîrketa petrolê ya ku mîqdara petrola ku ji bo karanîna navxweyî li herêmê hatiye veqetandin hilgire ser xwe, li gorî biryara hevbeş a Encûmena Wezîran a Federal û Herêmê.

Ew petrola ku niha amadeye bo hinardeyê û ji aliyê kompanyayên biyanî ve tên berhemanîn, dê ji bo kompanyaya bi bazarkirina petrolê ya SOMO bê radest kirin, bi mebesta hinardekirina di rêya bendera Ceyhanê ve.

Encûmena Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam pabendî lihevhatina di navbera herdu aliyan de ye û di vê çarçoveyê de, divê hikûmeta federal mûçeyên Hezîran û Tîrmehê, mîna herêmên din ên Iraqê, bide.

 

Basnews

Top