• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Edward Allgren tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşên li ser Herêma Kurdistanê kirin

Mesrûr Barzanî û Edward Allgren tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşên li ser Herêma Kurdistanê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30î Tîrmehê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtanî bi serokatiya, Şêwirmendê Payebilind ê Bergiriyê yê Brîtanî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren kir.

Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasely jî amade bû, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiyê ya Iraq û navçeyê, bihêzkirina hemahengî û hevkariya ewlehî û serbazî di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê de û berdewamkirin û piştgirîkirina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariya Şahnişîniya Yekgirtî nîşan da.

Herwiha tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, misogerkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê, û rêgirtin û bidawîanîna êrîşên terorîst û têkderane yên dronan li ser Herêma Kurdistanê, hate kirin.

Pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî, beşeke din a gotûbêjan bû.

 

K24

Top