Serok Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê bo Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Iraqê kir û rewşa siyasî û guhertinên dawiyê li navçeyê hatin gotûbêj kirin.
Îro 30.07.2025ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê bo Iraqê Dr. Mihemed El Hesan kir û di hevdîtinê de baldarî li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraq a Federal û çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan bû, ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan behsa hemahengî û karên hevbeş ên aliyan hate kirin.
Di hevdîtina Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yêy NYê bo Iraqê de, rewşa siyasî û guhertinên dawiyê yên li navçeyê bi giştî yek ji mijarên din ên wê civînê bûn.
Basnews
