• Monday, 09 February 2026
logo

Kesekî din li Silêmaniyê ji ber Koronayê canê xwe jidest da

Kesekî din li Silêmaniyê ji ber Koronayê canê xwe jidest da
Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand, îro kesekî din ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê Sebah Hewramî di konferanseke rojnamevanî de, mirina kesekî din bi vîrusa Korona li sînorê parêzgeha Silêmaniyê piştrast kir.

Herwiha got, piştî mirina wî kesî, ji encamên pişknîna bijîşkî diyar bû ku ew kes bi vîrusa Koronayê ketibû.

Bi vê yekê, kesên li Herêma Kurdistanê bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest didin, bû 3 kes.

K24
Top