• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Êrişên bi dronan zererê didin aboriya hemû Îraqê

Nêçîrvan Barzanî: Êrişên bi dronan zererê didin aboriya hemû Îraqê

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke bi şandeyeke Brîtanyayê re ragihand ku êrişên bi dronan ên li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê zererê didin aboriya hemû Îraqê û divê rê li ber wan were girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Edward Ahlgrenê Alîkarê Şêwirmendê Bilind ê Brîtanyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şandeyeke pê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ew şande ji çend şêwirmend û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê pêk dihat.

Di civîneka ku Supasalarê Pêşmergeyan jî amade bû de, rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha metirsiyên ewlehiyê û gefên DAIŞê yên li ser aramî û ewlehiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramî û ewlehiya Îraq û Sûriyeyê dixwe.

Nêçîrvan Barzanî: Divê rê li ber wan êrişan were girtin

Wî armancgirtina binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê wekî gef û zerereke ji bo tevahiya aboriya Îraqê bi nav kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê rê li ber wan êrişan were girtin.

Edward Ahlgren li gel nîşandana pêbendiya Brîtanyayê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û hevkariya hevbeş a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, ducare kir ku welatê wî bi giringiyeke mezin li aramî û ewlehiya herêmê dinêre.

Her wiha hemû alîkarî û piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo parastina aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê nîşan da.

Sîstema federal a li Îraqê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê û mafên Kurd û pêkhateyên li wî welatî û pêşhatên dawî yên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, mijarên din ên civînê bûn.

 

Top