Zurfî bernameya kabîneya xwe pêşkeşî Parlamentoya Iraqê dike
Serokwezîrê ku hatiye erkdar kirin bo pêkanîna hikûmetê Ednan Zurfî bi beyanameyekî ragehand, îro 04.04.2020ê bernameya kabîneya xwe dê pêşkeşî Parlamentoya Iraqê bike.
Ednan Zurfî ragehand, li gel pêşkeş kirina bernameya kabîneyê, daxwaz li serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî dike, civîna parlamentoyê bo bawerî dayîna bi endamên kabîneya wî birêve bibe.
Ji ber belavbûna vîrusa korona, parlamentoya Iraqê hemû civînên xwe rawestandiye.
Basnews
