• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî tekez li ser berdewamiya karkirina ajansên NY li Herêma Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî tekez li ser berdewamiya karkirina ajansên NY li Herêma Kurdistanê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje daye, "Di wê civînê de, dîtin û nerîn li ser pêşketinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê li hev hatin guhertin."

Behsa wê yekê jî hatiye di wê daxuyaniyê de kirin ku, "Mijara sereke ya wê civînê tekezkirina rêzgirtin û garantîkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Kurdistanê û serederîkirina bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî dadperwerane û wekî qewareyeke destûrî û federalî bû.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihandiye, “Bidawîanîna êrîşên terorîstî yên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û bicihanîna rêkarên qanûnî li beranberî êrîşkeran jî aliyekî mijare sereke ya wê civînê bû."

Her wê çavkaniyê eşkere jî kiriye, "Di pareke din a wê civînê de, tekez li ser girîngiya berdewamiya karkirina ajansên Neteweyên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê hat kirin.”

 

K24

Top