• Saturday, 07 February 2026
logo

Civata Wezîran di Serokatiya Serokwezîr de di civînê de ye

Civata Wezîran di Serokatiya Serokwezîr de di civînê de ye

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 30î Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, dicive û sê mijarên gotûbêj dike.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojeva civînê ji van xalan pêk tê:

Xala Yekem: Dê pêngavên dawî yên ji bo dayîna mûçeyên mehên Hezîran û Tîrmeha 2025'an bên şopandin û gotûbêjkirin.

Xala Duyem: Mijara ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê dê li gorî biryara hevbeş a dawî ya di navbera Hikûmeta Herêmê û Civata Wezîran a Hikûmeta Federal de were nirxandin.

Xala Sêyem: Dê çend pêşniyarên Wezareta Pêşmerge yên têkildarî xizmet, malnişînî, mûçe û mafên darayî yên Hêzên Pêşmerge bên gengeşekirin.

 

Basnews

Top