• Monday, 09 February 2026
logo

30 xwendekarên Kurd li bajarekî Tirkiyê asê mane

30 xwendekarên Kurd li bajarekî Tirkiyê asê mane
30 xwendekarên Kurd ên li zanîngeha Karabûk a Tirkiyê dixwînin û li wî welatî niştecih in, ji ber rêkarên vîrusa Koronayê asê mane û daxwaz dikin karasanê bo bê kirin ku bikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Mecîd Sertîp Mecîd, xelkê Hewlêrê ye û xwendekarê qonaxa yekem a Beşa Endazyariya Mîkatronîk e li koleja endezyarî ya zanîngeha li bajarê Karabûkê û ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî 30 xwendekarên Kurd li vî bajarî niştecih in û asê mane û nikarin vegerin Herêma Kurdistanê.”

Mecîd amaje bi wê kir, heta niha nêzikî 300 xwendekarên Kurd li bajarên Tirkiyê asê mane û li gel balyozxane û nûnertiya dîplomasî ya Iraqê di peywendiyê de ne bo ku bikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Ew xwendekar dibêje, “Li bajarê Karabûkê, 30 xwendekarên Kurd hene û agahdarê hev in. Lêbelê ji ber xerabbûna rewşa Tirkiyê di warê tûşbûn bi vîrusa koronayê, em ji şuqeyên xwe dernakevin û ditirsin ku tûşî koronayê bibin.”

Mecîd behsa wê jî dike, çendîn car peywendî li gel balyozxaneya Iraqê danîne, wan jî pê ragihandiye ku dikarin bi rêya hêla asmanî ya Iraqê bên vegerandin bo Bexdayê û daxwaz 450 bo 500 dolaran kirine weke xercê vegerandinê.

Lêbelê xwendekarên Kurd daxwaz dikin ew bên vegerandin bo Herêma Kurdistanê û heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.

Mecîd Sertîp bi rêya Rûdawê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike karasanî bo bê kirin ku ew bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê ve, mekanîzmayek bê dabînkirin ku bikarin vegerin Kurdistanê.

Ew xwendekar diyar jî dike, ti xwendekar ji wan naxwazin bo Bexdayê bên vegerandin, ji ber ku hatina wan bo Herêma Kurdistanê zehmet dibe û daxwaz dikin qet nebe, bo ser sînorê Îbrahîm Xelîl bên şandin ku dibêjin, ew amade ne bên kerentînkirin û 14 rojan bimînin, ya girîng ew e ku vegerin Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top