Şirovekarê siyasî: Divê PDK û YNK ji wê têkiliyên baş ên niha sûd werbigirin da ku kabîneya dehemîn û yekîtîya xwe li Bexdayê ava bikin
Analîstekî siyasî radigehîne ku têkiliyên navbera PDK û YNKê de baştir bûne û girîng e ku ji bo du mijaran bikin derfet, ya yekem avakirina kabîneya dehemîn e, ku ji bo navxweya Herêma Kurdistanê girîng e, ya dûyem yekdengî û yek gotebêjî û yek hewestiya li Bexdayê ye, heta ku bi ti awayekî hindek alî li Iraqê sûdê ji xirabiya pêywendiyên wan wernegrin.
Lêkolînerê siyasî Soran Sêvkanî, ji BasNewsê re ragehand: Ku têkiliyên navbera YNKê û PDKê de demek dirêj e baştir bûne û ev yek dê bandorek baş li ser Kurdan bi giştî bike û got, “Her dem pêywendiyên PDK û YNKê ku xirab bûbe, rewşa kurdan ji ber wê sedemê xirab bûye, niha qedera miletekî di dest PDKê û YNKê de ye û herdû Partî girseyên xwe hene û xelkê bi giştî baweriya xwe dane wan, ji ber wê jî girînge ku di vê rewşa ku pêywendiyên wan ber bi başiyê ve ye, biryara pêkanîna kabîneya dehem bidin ku bo navxweya Kurdistanê giringe û li Bexdayê jî yekhewlestî û yekdengiya wan dibe sedema wê ku bi yekgirtinê parastina li berjewendiyên niştimanî û neteweyî bên baştir kirin, herwaha bi ti awayekî jî di wê rewşê de hindek alî li Iraqê ji xirabiya pêywendiyên wan sûd wernagrin.”
Ew Lêkolînerê siyasî tekez kir ku yekîtîya YNKê û PDKê di serdemên dîrokî de bandorek baş li ser Kurdan kiriye û çêtir e ku partîyên din ên siyasî yên li Kurdistanê vê yekê li ber çavan bigirin.
Basnews
