Dadgeha Federal, Sirwe Ebdulwahîd û hemû ew kesên ku dijîtiya Projeya Rokakî dikin, rezîl kir
Endamekî Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê radigehîne, bi rekkirina wê giliya ku li dijî Projeya Ronakî tomar kiribûn, Sirwe Ebdulwahîd û ew hemû kesên ku dijîtiya projeyê dikirin û dixwastin xelkê Kurdistanê di tariyê de bijîn, hatin direw xistin û red kirin.
Duh roja duşemê Dadgeha Federal a Iraqê giliya parlamentera Nifşê Nû(Newey Nwê) Sirwe Ebdulwahîd, xwîşka Şasiwar Ebdulwahîd(Bazirganê deyndarê gel û hikûmetê) red kir ku li dijî Projeya Ronakî tomar kiribû.
Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya Iraqê ji Fraksiyona PDKê Sekvan Sindî, ji BasNewsê re ragehand: “Hin ji wan parlamenterên ku li ser navê Kurdistanê di parlementoya Iraqê de ne û bûne berdevkên desthilatdarên Bexdayê li dijî gelê Kurdistanê, hîn jî her roj mijûl in ka çawa ji saziyên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê derkevin, di hewldana xwe ya dawî de jî dixwestin Kurdistanê tarî bikin û rê li ber elektrîka 24 demjimêran bigirin, lê Dadgeha Federal bersiv da û ew deriyê wan jî girt, bi vî awayî hemû kesên ku li dijî projeya Ronakî derketin şermezar kir.”
Her wek bi nîgeranî ve jî behsa wê kir ku hindek li caş û xwefiroş dadgeha federalî wek pêgehekî ji bo parlamentoya Herêma kurdistanê dibînin û li wir ve êrîş dikin ser Herêma Kurdistanê.
Ev koma xayînan bi navê parlamenterên Kurdistanê li ser vê yekê ne ku vê Kurdistanê hilweşînin û xwe wekî destkeftiyekê wekî caş bihesibînin, ji ber vê yekê deriyê ku bi navê Dadgeha Federal mabû, ji wan re hate girtin. Gel û dadgeh van tiştan baş dizanin. Mixabin, Dadgeha Federal bi destên vê koma xayîn veguherî amûrek siyasî ji bo êrîşkirina li ser Kurdistanê.”
Basnews
