6 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Korona ketin
Di daxuaniya Wezareta Tenduristiyê de hat, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 4 pêketiyên nû bi vîrusa Korona hatin tomarkirin, ku 3 peya û zarokekî ne.
Diyar kir, 3 pêketî li parêzgeha Helebce ne û vîrus ji pêketiyekî berê vegirtine, pêketiyê din jî ji parêzgeha Silêmaniyê ye.
Di daxuyaniyeke din de jî, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, li bajarê Hewlêrê jî pêketina 2 jinan bi vîrusa Korona hatin tomarkirin.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê bû 214 kes, jê 2 kesan canê xwe jidest dane û 68 kes jî baş bûne.
K24
