Kadroyê YNKê: Iraq ne dewlet e, lê hêlîna gendeliyê ye
Kadroyekî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê rexne li biryara îro a Dadgeha Federalî dike û ew bi vî rengî binav kir ku Iraq dewlet nîne û dergûşa gendeliyê ye.
Piştî zêdetirî du mehan çaverêkirina fermanberên Herêma Kurdistanê ji bo derxistina biryara Dadgeha Federal a Iraqê di derbarê mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê û cuda kirina nakokiya siyasî, dadgehê bi wê hinceta ku ew ne di desthilata wê de ye ku red kiriye.
Di wê derbarê de kadroyê YNKê Mihemed Komeşînî, li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî Facebookê de belav kiriye: “Ev dadgeha qaşo federal e ku xelk jê hez dikin, biryarek ku wan bi xwe daye û niha jî dibêjin ku dayîna fermanê ne pisporiya me de ye.”
Herwaha nivisiye: “Ew Iraq ne ku her dewlet nîne, belku dergûşa gendelî û tevlîheviyê ye.”
Ji aliyê xwe de çalekvanê siyasî Renc Xormalî di rûpela xwe ya heman torê de(Facebook), girafîkeke BasNewsê balav kiriye ku nûçeya dadgeha federalî tê de hatiye belav kirin û nivisiye: “Ji we re pîroz be caşno, ev jî dadgeha we” her tişta ku li dijî Kurdan bû taybetmendiya wane, her tiştê ku di berjewendiya Kurdan de bû, taybetmendiya wan nîne.”
Herwaha diyar kir, “Dadgeha Federalî rek kiriye ku fermana derxistina mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê bi de. Herwaha dibêje mijara derxistina fermana şandina mûçeyên mûçegirên Herêmê, taybetmendiya me nîne, lê bi xwe jî berê fermaneke din bo derxistiye li dijî Kurdan, wê demê taybetmendiya wan bû.”
Basnews
