• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Komara Îslamî ya Îranê civiya û tekezî li ser pêşxistina têkiliyên aborî û tevgera bazirganî ya di navbera herdu aliyan de hat kir

Serok Barzanî li gel şandeke Komara Îslamî ya Îranê civiya û tekezî li ser pêşxistina têkiliyên aborî û tevgera bazirganî ya di navbera herdu aliyan de hat kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir û di hevdîtinê de, parêzgarê Azerbaycana Rojava (Urmiye)silavên taybet ên Serokomarê Îranê, birêz Mesûd Pizîşkiyan, ji Serok Barzanî re gihand.

Serok Mesûd Barzanî îro 28.07.2025, li Selahedînê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Rêza Rehmanî, parêzgarê Azerbaycana Rojava kir.

Di hevdîtinê de, parêzgarê Azerbaycana Rojava silavên taybet ên Serokomarê Îranê gehand Serok Barzanî û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo dabînkirina îmkanên baş ji bo heciyên ku bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran serdana Iraqê dikin.

Di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser têkiliyên dîrokî û dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşxistina têkiliyên aborî û tevgera bazirganî di navbera her du aliyan de hat kirin.

 

 

 

Top