• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî ji binkeyeke din a Iraqê vedikişin

Hêzên Amerîkî ji binkeyeke din a Iraqê vedikişin
Hêzên Amerîkî ji binkeya Hebaniyê vedikişin û li binkeya Eyn Esed li Enbarê bicih dibin.

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê aşkere kir, hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi radestkirina binkeya Hebaniyê bo hêzên Iraqê kirine û ber bi binkeya Eyn Esed ya li Enbarê ve diçin.

Bi vê yekê jî bû, ku hêzên Amerîkî di vê dawiyê de diji 4 binkeyên serbazî yên Iraqî (Qaim, Hebaniye, Geyara û K1 li Kerkûkê) vedikişin.

Di vê derbarê de Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Myles Caggin duhî ji K24ê re ragihandibû, Piştî serkefina hêzên Îraqî bi ser DAIŞê de, Hevpeymanîya Navdewletî biryar da hêzên xwe kêm bike, lê; dê bi hevkarîkirina bi Pêşmerge û hêzên Îraqî re berdewam be.

K24
Top