• Monday, 09 February 2026
logo

Tirkiye: Kesên jiber Korona canê xwe jidest dayî gihişt 425an

Tirkiye: Kesên jiber Korona canê xwe jidest dayî gihişt 425an
Wezîrê Tendirustî yê Tirkiye Fahrettin Koca ragihand, ku kesên jiber Vayrosa Korona canê xwe jidest dayî gihiştiye 425an.

Piştî civîna Desteya Zanistiyê ya Tirkiye Wezîrê Tendirustî yê Tirkiye Fahrettin Koca civînek çapemeniyê lidar xist û rgaihand, ku di 24 demjimêrên borî de 2 hezar 786 kes tûşî Vayrosa Korona (Covid -19) bû ye, 69 kesan jî jiyana xwe jidest da ye.

Koca anî ziman: “Di 24 demjimêrên borî de 16 hezar 160 pişkinîn hatine kirin. 2 hezar 786 tûşbûyî hatine eşkere kirin. 69 welatiyan jiyana xwe jidest da ye û hejmara miriyan ji Covid -19 gihiştiye 425an. Hejmara tûşbûyan jî 20 hezar 921 kes in”.



K24
Top