• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rojava agir bi kampeke koçberan ket: 4 zarokan canê xwe ji dest dan

Li Rojava agir bi kampeke koçberan ket: 4 zarokan canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê agir bi kampa Newrozê ket. Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, di encama şewatê de, 4 zarokan canê xwe ji dest dan.

Rengîn şero, Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro di demjimêrên êvarî de, agir bi 2 konên li kampa Newrozê ket li navçeya Dêrikê ser bi parêzgeha Hesekê ve.

Li gor zanyariyên peyamnêra Rûdawê, di encama wê şewatê de 4 zarokan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku ji wan 9 birîndaran, 2 zilam, 2 jin û 5 jî zarok in û ji bo nexweşxaneya Dêrikê hatine veguhastin.

Li gorî zanyariyên peyamnêra Rûdawê, ew 4 jin û mêr dema ku hewl didan zarokan rizgar bikin, birîndar bûne.

Rudaw
Top