• Saturday, 07 February 2026
logo

Konsulê Hollandayê: Hevahengiya me ya çandiniyê bi Kurdistanê re hilberîna petateyan zêde kiriye

Konsulê Hollandayê: Hevahengiya me ya çandiniyê bi Kurdistanê re hilberîna petateyan zêde kiriye

Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê di merasîmeke danasîna cureyekî nû yê petateyan de, pesnê hevkariya bihêz a di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de di warê çandiniyê de da û ragihand, bi saya vê hevkariyê, berhema salane ya petateyan li Herêmê 300 qat zêde bûye.

Konsulê Giştî yê Hollandayê li Hewlêrê Adrian Iceman îro 27ê Tîrmehê di serdaneke xwe ya ji bo navendeke bazirganî li Hewlêrê de ji K24ê re axivî û bal kişand ser pêngavên girîng ên ku di 10 salên dawî de di warê hevkariya çandiniyê de hatine avêtin.

Iceman got: "Bi baweriya min, ev cureyê nû yê kartolan ku li vir tê naskirin, mînakeke baş a hevkariya bihêz a di navbera Hollanda û Herêma Kurdistanê de ye. Ev hevkarî zêdetirî 10 salan e berdewam e û me encamên gelekî erênî dîtine. Berê salane nêzîkî du hezar ton kartol li Herêma Kurdistanê dihat berhemanîn, lê niha ev hejmar ji bo zêdetirî 600 hezar tonî di salekê de bilind bûye."

Iceman diyar kir, ev proje ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û got: "Ev proje bi hezaran derfetên kar diafirîne, ne tenê di warê çandiniyê de, lê herwiha di ewlehiya xurekê û şiyana hinardekirinê de ji bo deverên din ên Iraqê û welatên cîran."

Konsulê Hollandayê geşbîniya xwe bi paşeroja pêwendiyên çandiniyê yên di navbera Hollanda û Kurdan de nîşan da û behsa derfetên hevkariyê yên di warên din de wekî berhemanîna sebze û şîr kir. Herwiha got: "Gavên mezin hene ku Herêma Kurdistan û bajarên din ên Iraqê dikarin bi piştgirî û hevkariya Hollandayê biavêjin."

Iceman tekez kir, ev hevkarî ji bo her du aliyan jî sûdmend e, ji ber ku kompaniyên Hollandayê derfeta gihîştina bazareke geşbûyî bidest dixin û Herêma Kurdistanê jî ji pisporiya çandiniyê ya Hollandayê sûdê werdigire. Herwiha got: "Di vê ezmûnê de her du alî jî serketî ne û sûdê ji hev dibînin. Em gelekî kêfxweş in ku vê hevkariyê bidomînin."

Hollanda di asta cîhanê de bi sektora xwe ya çandiniyê ya pêşketî tê naskirin û di piştgirîkirina projeyên geşepêdanê de li seranserî Iraqê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku xwedî şiyaneke mezin a çandiniyê ye, roleke sereke dilîze.

 

K24

Top