Mesrûr Barzanî: Birîna mûçeyan bûye karteke fişarê, ev jî li dijî qanûn û destûrê ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku ew li bendêne kesên êrîşên dronî li ser parzûngehên petrola Herêma Kurdistanê kirine bên aşkera kirin û di derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de jî amaje bi wê da ku birîna mûçe bûye karta zext û ew jî dijî yasa û destûrê ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke li gel kanala El-Şerq News de, di derbarê dema wan êrîşên dronî ku li ser parzûngehên petrola Herêma Kurdistanê têne kirin de ragehand: “Ew naxwaze nikare li ser navê êrîşkaran vê derbarê de biaxive û daxuyanî bide, ku axir bo çi di vê demê de êrîşên dronû li ser parzûngehên petrola Kurdistanê kirine.”
herwaha dibêje, “Em li gel Iraqê di nav hevkariyê de ne bo ku êrîşkarên êrîşa dronan bê aşkerakirin, li gel Amerîkayê de jî di nav hevkariyeke berfirehdene ji bo berhemanîna giştî li Herêma Kurdistanê, ev jî ji bo pêşxistina Kurdistanê ye, herwaha behsa wê jî kir ku DAIŞ hîn li Iraq û Sûriyê çalakin û dibê bên çavdêrî kirin.”
Di derbarê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê de amaje bi wê da: “Mixabin, mûçeyên xelkê veguheriye kartek siyasî an jî pirsgirêkek di navbera Bexda û Hewlêrê de. Li gorî qanûn û destûrê, mafê xelkê heye ku bêyî derengketin û bê pirsgirêk mûçeyên xwe werbigirin. Mixabin, mûçeyên gelê Kurd wekî kartek siyasî tê bikaranîn, ku ev nayê qebûlkirin, ne destûrî ye û neqanûnî ye. Dadgeha Federal biryar da ku mûçeyên gelê Kurd divê nebin beşek ji nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Lêbelê, me dît ku mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê sê mehan dereng ketin û di du rojên borî de hatin dayîn, ku ew mûçeya meha Gulanê bû, lê em niha di dawiya Tîrmehê de ne.”
Herwaha got, “Ji ber vê yekê, em li bendê ne ku mûçeyên Hezîran û Tîrmehê werin dayîn, lê bila ez bi we re eşkere bibêjim, Kurdistan wekî yekîneyeke federal mafê wê heye ku ji tevahiya budceya Iraqê budceya xwe hebe, ev rêya rast e.”
Aşkera jî kir: “Rêya rast ew e ku Herêma Kurdistanê ji dahatên Iraqê beşdar bibe û ji tevahiya budceya Iraqê de jî budceya xwe hebe.”
Tekez jî kiriye: “Niha Wezareta Darayî li ser asta federal destwerdanê di hûrgiliyên mûçe û budceya Herêma Kurdistanê de dike, ku ev binpêkirineke destûrî û yasayî ye. Ji ber vê yekê, çareseriya dawî û rasttir ew e ku li ser budceya Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê de lihevkirinek çêbibe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwaha ragehand: “Em dixwazin bi Iraq û cîranên wê re hevkariyê bikin. Em dixwazin îxracata petrolê ji nû ve bidin destpêkirin, û ez difikirim ku em nêzîkî wê ne. Mafê Kurdistanê heye ku bi şîrketan re peymanên enerjiyê bike. Ji ber vê yekê, ti astengiyeke yasayî li pêşiya Kurdistanê tune ku peyman û peymanan ji bo pêşxistina Kurdistanê îmze bike. Em dixwazin Kurdistanê bikin navendeke girîng a aborî li herêmê. Em dixwazin aboriyeke bihêz hebe û bi Bexdayê re vîzyoneke hevpar hebe ku aboriyeke bihêz li herêmê hebe. Em dixwazin jêhatîbûn û pisporiya xwe li deverên din ên Iraqê bikar bînin da ku ew jî ji ezmûnên me sûd werbigirin.
Mesrûr Barzanî di derbarê şer pevçûnên Îsraîl û Îranê de ragehand, “Kes şer naxwaze. Rûbirûbûna di navbera her aliyekî li herêmê de ji bo her kesî zirardar e. Em hêvî dikin ku şer bi dawî bibe û aştî pêk were. Em ne beşek ji şerê Îran-Îsraîlê ne û em ne di çarçoveya vê pevçûnê de ne. Em piştgirîya şer nakin û em piştgirîya aştiyê dikin. Aştî û diyalog çareserî ne û ev yek dê bibe sedema ku pirsgirêk ji holê rabin.”
Basnews
