11 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûn
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Derencamên nû..
Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 11 tûşbûyên nû bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) hatin destnîşankirin, ku (6) zelam, (2) jin û (3) zaro ne, bi vî awayî:
7 li parêzgeha Silêmanîyê, bekevtîyên tûşbûyên berê ne û yek jî berê geşta Îranê kiribû.
3 zaro li Parêzgeha Helebce, berkevtîyên tûşbûyên berê ne.
1 li qeza ya Derbendîxan berkevtîyê tûşbûyekê berê ye.
Wezareta Tenduristîyê
2yê/Nîsan a/2020
