• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Parlemantoya Îranê jî tûşî Koronayê bûye

Serokê Parlemantoya Îranê jî tûşî Koronayê bûye
Ajansa AP radigihîne ku testa korona ya Serokê Parlemantoya Îranê Alî Laricanî erênî derketiye û ew niha di bin karantîna de ye.

Herwiha Laricanî karbidesta herî payebilind yê Îranî ye lu tûşî vîrusa korona bûye û bi nexweşîya COVID-19 ketiye ku korona dibe sedema wê.

Li aliye din Parlemantoya Îranê îro roja pêncşemê di malpera xwe de nexweşketina Laricanî ragihand û da zanîn ku ew aniha di bin dermankirinê de ye.

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro ragihandibû ku hejmara pêketîyên Koronayê di nav 24 saetên dawî de 2,875 kes zêde bûye û giheştiye 50,468 kesan.

Basnews
Top