Nêzîkî 100 hevwelatî ji Hindistanê vegerîyan Herêma Kurdistanê
Di ragehandineka Fermangehê de ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, hatîye: Di çarçove ya hewlên Hikumeta Herêma Kurdistanê de, li jêr rasparte ya birêz serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo vegerandina wan hevwelatîyên li derve asê bûnbe, bi hewl û xebata Fermangeha Peywendîyên Derve ya hikumeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Îraqa Fedarl û nwênerînîya hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda, nêzîkî 100 hevwelatî yên Herêma Kurdistanê, piştî ku li Hindistanê asê bibûn, vegerîyan Herêma Kurdistanê.
Herweha di wê ragehandinî de hatîye, ev hevwelatîyên hanê ku piranîya wan bo çareserîya nexweşîyê û karên bazirganî serdana Hindistanê kiribûn, evro bi selametî gehiştin Herêma Kurdistanê û ji alîyê Wezareta Tenduristîyê ve, tevaya rêkarên pişkinîn û Kerentînekirinê bo wan dihêten kirin.
K24
