• Saturday, 07 February 2026
logo

Arif Ruşdî: Ewên qaşo opozîsyon dijî ‘’Hejmara Min in,’’ dijî ‘’Projeya Ronakî ne’’ û dijî peymaneke serbilindî ya li gel Bexdayê bê kirinê ne

Arif Ruşdî: Ewên qaşo opozîsyon dijî ‘’Hejmara Min in,’’ dijî ‘’Projeya Ronakî ne’’ û dijî peymaneke serbilindî ya li gel Bexdayê bê kirinê ne

Siyasetmedarekî kurd derbarê wan aliyên ku xwe wek opozîsyon pênase dikin dibêje: ‘’Ewên li Herêma Kurdistanê xwe wek rikber û opozîsyon pênase dikin, sedî sed berovajî bingehên karê rikberiyê ne. Ew di hewldanên kevneperestiyê de ne, ji bo ku her çi tiştekî sima û rûyê netewî û niştimanî hebe, ew li dijî wê bi hizra stû tewandinê li dij radiwestin.’’

Siyasetmedar Arif Ruşdî derbarê rol û niyeta, qaşo opozîsyonê li Kurdistanê dibêje: ‘’Opozîsyona niştimanperwer, xwedî prensîb û bernameya niştimanî ye, bi fikir û pêngavên erênî rikberî dike û hewl dide ji bo civakê îspat bike ku ew dikarin baştir serweriya welat û mafên rewa yên gel biparêzin. Di warê xizmetguzariyê de plana wan a çalaktir dê hebe û hemû waran de dê serkeftî bin. Lê mixabin ewên ku li Herêma Kurdistanê xwe wek rikber û opozîsyon didin nasandin, sedî 100 berovajî wan bingehên karê rikberî û opozîsyonê ne.’’

Herwaha got: Ew di hewldana kevneperestiyê de ne ji bo çi sîma û rûyekî netewî û niştimanî hebe, bi hizra stû tewandina li hember neyaran bersivê didin. Ew li dijî sivîlbûna jiyanê û debara jiyana xelkê Kurdistanê û hemû proje û destkeftanin.’’

Arif Ruşdî derbarê opozîsyonê li Kurdistanê dibêje: ‘’Ew dijî hemû destkeft û pêşveçûna Kurdistanê ne. dijî proseya bankayî kirina ‘’Hejmara Min in’’, dijî proseya serdemî ya ‘’Ronakî’’ ne û elektrîka berdewam in, dijî proseyên din ên bihêzkirina binesaziya civaka Kurdî ne, dijî her rêkeftineke serbilindî ya li gel Bexdayê ne.’’

Herwaha, derbarê ew alî û grubên nav li xwe kirine wek opozîsyon got: ‘’Ew çavkaniya xeletiya ragehandina berovajî kirinê ne, palderê ciwanan in ji bo dûrketina ji hizra niştimanperwerî û bêhêvîkirina wan e. Ji bo wê jî ew cure destwerdanane nikarin helgirê opozîsyonê bin, herwaha tenê dijberê jiyanê ne û ew bixwe jî xwediyê pîşeya erzanfiroşiyê ne.’’

 

Basnews

Top