• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîkayê kuştina berpirsekî payebilind ê DAIŞê ragehand

Amerîkayê kuştina berpirsekî payebilind ê DAIŞê ragehand

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, "Me di operasyonekê de li Helebê serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê kuşt."

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro 25.07.2025, di daxuyaniyekê de amaje wê da, “Berpirsekî payebilind ê DAIŞê Ziya Zewba Herdanî û du kurên wî bi navên Ebdula û Ebdulrehman li serê sibeha îro di operasyonekê de li bajarê Helebê hatin kuştin.”

CENTCOMê herwesa got ku, ew endamên DAIŞê li ser hêzên Amerîkayê, hevalbendên wê û hikûmeta nû ya Sûriyeyê gef bûn.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Michael Kurilla ragihand, "Em dê li ser bidawîanîna terorîstên DAIŞê berdewam bin û li her cihekê ew lê bin, em dê wan bikin armanc."

Michael Kurilla eşkere jî kir, "CENTCOM ji bo tunekirina daîmî ya DAIŞê û têkbirina kiryarên wê yên terorîstî, ku li ser deverê û hevalbendên me gef in, pabend e."

 

Basnews

Top