Bi serpereştiya Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê re civiya
Nûnerê Amerîkî yê li Sûriyê Tom Brack ragehand; Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer roja Pêncşemê li Parîsê civînek bêhempa li dar xistin.
Brak di tora xwe ya civakî X de got, "Ez îşev li Parîsê bi Sûrî û Îsraîliyan re civiyam."
Ji aliyê xwe ve, çavkaniyek dîplomatîk a payebilind, ku bi şertê eşkerekirina navê xwe axivî, ji AFP re got ku civîna di navbera wezîrên Sûrî û Îsraîlê de ji hêla nûnerê Amerîkî ve hatiye "rêkxistin".
Brack di parvekirina xwe de got, "Armanca me diyalog û aramî bû, û ev tam ew e ku me bi dest xist. Hemî aliyan pêbendbûna xwe ji bo berdewamkirina van hewldanan ji nû ve piştrast kirin."
Pevçûnên li parêzgeha Suweyda ya ku bi piranî Durzî lê dijîn di 13ê Tîrmehê de di navbera çekdarên herêmî û şervanên din ên eşîr û bedewiyan de derketin û di demek kurt de veguherin pevçûnên xwînî yên ku hêzên hikûmetê û çekdarên eşîrî tê de beşdar bûn û li hember wê Îsraîlê êrîşî baregeha fermî ya li Şamê û hedefên leşkerî yên li Suweydayê kir.
Çavkaniyek ji Wezareta Derve ya Fransayê got ku nûnerê Amerîkî û wezîrê Sûriyê biryar e roja Înê bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrow re bicivin.
Basnews
