• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokkomarê Îranê: Rewş metirsîdare û dibe ku Tehran ji ber kêmbûna avê were valakirin

Serokkomarê Îranê: Rewş metirsîdare û dibe ku Tehran ji ber kêmbûna avê were valakirin

 Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser krîza avê ya Tehranê hişyarî da û ragehand, “Dibe ku krîza avê 15 milyon şêniyên Tehranê neçar bike ku bajarê xwe berdin”. Ev jî wekî daxuyaniyeke cidî li ser têkçûna rewşa jîngeha wî bajarî tê hesibandin.

Li gor rojanmeya Îrna a Îranê îro 24.07.2025, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragehandiye, “Rewş xeternak e, Tehran bê av e.” Amaje jî daye, “Veguhastina paytextê ji bo cihekî din vebijarkek e ku wekî çareseriyek bilez hatiye pêşniyarkirin.”

Ji 31 parêzgehên Îranê, 20 parêzgeh tûşî krîza avê bûne, herwesa hin çavkaniyên avê jî hind e ku hişk bibin.

Ajansa IRNAyê ya fermî ya nûçeyan ragihand ku, yek ji mezintirîn embarên avê yên Îranê dê di çar hefteyên pêş de bi tevahî hişk bibe.

Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Motemîdiyan jî duhî (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ji Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan re ragihand, “Bikaranîna ava vexwarinê ya paqij li Tehranê pênc caran ji dabînkirinê zêdetir e.”

 

 

Basnews

Top