• Monday, 09 February 2026
logo

Li Urmiyê zarokeke tûşbûyê koronayê ji dayik bû

Li Urmiyê zarokeke tûşbûyê koronayê ji dayik bû
Li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bo yekemîn car zarokeke tûşbûyê koronayê ji dayik bû, ku dayika heman zarokê bixwe jî bi koronayê ketiye.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê, Dr. Cewad Aqazade ev yek aşkere kir û ragihand, ew zarok çend roj berî niha ji dayikekê hate dinê ku bi koronayê ketiye.

Cewad Aqazade ku roja Çarşembê 1ê Nîsanê di 23mîn civîna Komîteya Rûbirûbûna Koronayê de diaxivî, diyar kir, piştî ew zarok ji dayik bû, pizîşkan yekser testa koroayê jê wergirtin û encama testê pozîtîv derket, herwiha piştî du rojan dîsan testa koronayê ji heman zarokî hat wergirtin, ku encama wê dubare pozîtîv derket.

Li gor IRNAyê, Aqazade herwiha da xuyakirin, hem zaroka sava û hem jî dayik di bin çavêdriya pizîşkan de ne û rewşa tendirustiya wan heta niha baş e û proseya dermankirina wan berdewam e.

Ev yekemîn haleta tûşbûna zarokeke nû jidayikbûyî li Rojhilatê Kurdistanê ye, ku hatiye tomarkirin.

Li bajarê Umriyê nexweşxaneya Taliqanî bo wergirtin û çareserkirina nexweşên koronayê hatiye terxankirin.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê tekezî li ser cîbicîkirin û pabendbûna welatiyan bi rênimayiyan kir û daxwaz ji xelkê kir, ku ji malên xwe dernekevin daku rê li belavûna vîrusa COVID-19 bihê girtin û ew nexweşî bihê kontrolkirin.

Rudaw
Top