• Monday, 09 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge gotegotên îşkence kirina hejmarek Pêşmergeyan ji aliyê hêza Iraqê ve red kir

Fermandarekî Pêşmerge gotegotên îşkence kirina hejmarek Pêşmergeyan ji aliyê hêza Iraqê ve red kir
Gotegotên îşkence kirina hejmarek Pêşmergeyên xelkê Kerkûkê ku cîhê çûna ser kar ê wan sînorê parêzgeha Hewlêre û dema ku xwestine vegerin li sînorê gundê Kelhurî ya ser bi Pirdê rêgirî li wan hatiye kirin û ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê astengî bo wan hatine çêkirin û piştre jî îşkence li wan hatiye kirin. Li hember wan gotegotan fermandarekî Pêşmerge ev yek red kir.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Pirdê Heme Rêgir ji BasNewsê re ragehan: ‘’Pirs û pêdeçûneke zêde li ser van gotegotan me kir, li sînorê navbera Pirdê û Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve tiştekî wisa li hember Pêşmerge nehatiye kirin.’’

Herwaha got: ‘’Kerkûk naha dagirkirî ye û di dest hêzên milîs de ye û wan jî diyare ji ber belavbûna vîrusa korona qedexeya hatûçûnê ragehandine.’’

Derbarê babeta ku çekdarên hêzên Iraqê li gor dilê xwe vedigerin malên xwe ku piraniya wan xelkê başûrê Iraqê ne, lê rê ji Pêşmerge û karmendên tenduristiya xelkê Kerkûkê re nadin vegerin Kerkûkê, ku karê wan li sînorê herêma Kurdistanê ye, vê derbarê de jî fermandarê Pêşmerge got: ‘’Hêzên ewlehiya naha yên Kerkûkê ku anîne deverê dijî kurd in û wek Beis reftarê dikin. Ew jî bo wê yekê ye ku kurd bajar bicîh bihêlin û herwaha projeyên xizmetê jî li navçeyên kurdan birêve naçin, êdî her tiştek tê xirab kirin li Kerkûkê û rola kurdan jî li bajar nemaye.’’

Basnews
Top