Li sînorê Amêdiyê teqînek pêkhat û şivanekî canê xwe ji dest da
Li sînorê qeza Amêdiyê Şivanekî 20 salî yê ji parêzgeha Mûsilê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da.
Cîgirê Rêveberê Tenduristiya qeza Amêdiyê Mesûd Bûtî ji BasNewsê re ragehand, îro 24.07.2025ê şivanekî bi navê Humam Fehd Hamo, ku xelkê parêzgeha Mûsilê ye û temenê wî 20 salî ye û ji ber teqînekî jiyana xwe ji dest daye û termê wî ji bo bijîşkê dadî yê Amêdiyê hatiye veguhestin.
Malbata wî şivanê jiyana xwe ji dest dayî aşkera kir, wan çend sal berê koçî Amêdiyê kirine û wekî şivan dixebitin.
Basnews
