• Monday, 09 February 2026
logo

WHO: Rewşa Kurdistanê erênî ye lê li Iraqê rêjeya mirinê gelek bilind e

WHO: Rewşa Kurdistanê erênî ye lê li Iraqê rêjeya mirinê gelek bilind e
Berpirsekî Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) yê li Iraqê ragihand, amarên derbarê koronayê de yên li Herêma Kurdistanê dilxweşker in, lê belê li Iraqê rêjeya tûşbûn û mirinê gelek ji asta cîhanê bilindtir e.

Berpirsê Şubeya Hawarçûnê li Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li Iraqê, Waîl Hetaht ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha li Iraqê 630 kes bi vîrrusa koronayê ketine, mixabin heta niha 46 kesan bi vê sedemê jiyana xwe ji dest dane. Tişta ku divê em balê bikişînin ser, ev e ku çima hejmara miriyan li gor hejmara tûşbûyan bilind e, ji ber ku rêjeya mirinê digihe nêzîkî %7.5 ku ev jî rêjeyeke gelek bilind e û ji rêjeya cîhanî bilindtir e.”

Li Iraqê di 21ê Sibata îsal de yekemîn kes bi vîrusa koronayê ketibû. Li gor amarên herî dawîn ên Wezareta Tendirustiya Iraqê, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li wî welatî tûşî koronayê bûne, gihîştiye 728 kesan, ku 52 kesan jiyana xwe ji dest dane û 182 kes jî baş bûne.

Waîl Hetaht bilindbûna rêjeya mirina ji ber koronayê li Iraqê bo çend sedeman vedigerîne û dibêje: “Bêguman xaleke herî giring ku li gor me gelek sûda wê hebûye, pabendbûna bi mana li mal e li hin cihan, eger ew pabendbûn li tevahiya Iraqê heba, bêguman me dê encamek baştir bi dest bixistiba.”

Têkildarî rewşa koronayê li Herêma Kurdistanê jî, wî berprisê WHO diyar kir, ku rewş li Herêma Kurdistanê gelek erênî û dilxweşker e.

Waîl Hetaht got: “Amarên li Herêma Kurdistanê dilxweşker in, ya me têbînî kiriye heta niha du kesan jiyana xwe ji dest dane. Ew jî wiha dike ku em hest bi piştrastbûnê bikin li hember wê hejmara tûşbûyan ku hatiye tomarkirin. Ew jî di encama pabendbûna xelkê Herêma Kurdistanê bi rênimayiyan de ye, ku bûye sedem ev encam hebin.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 190 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine ku 61 kes baş bûne û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Rêjeya herî zêde ya tûşbûna bi vê vîrusê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye tomarkirin ku 100 kes in.

Rudaw
Top