Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem de mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne
Îro 23.07.2025, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiyan.
Mijara sereke ya civînê, nîqaşkirina pêşketinên dawî yên di warê bicîhanîna rêkeftin û têgihîştina hevbeş a herî dawî ya di navbera herdu hikûmetên Herêm û hikûmeta Federal de bû, ku hefteya borî ji aliyê Encûmena Wezîrên herdu aliyan ve hatibû pejirandin û taybet li ser mûçe û mafên darayî yên herêmê, hinardekirina petrolê û dahatên ne-petrolê, mekanîzm û prosedurên gavên di rêkeftinê de ji hêla wezaretan, aliyên peywendîdar û komîteyên hevbeş ên her du aliyan ve ye.
Encûmena Wezîran piştrast kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bi temamî bicîh aniye. Wezareta Darayî û Aboriyê li gorî peymana hevbeş, ji bilî şandina lîsteyên mûçeyên pejirandî yên Gulan û Hezîranê, 120 milyar dînar pere xistiye hesabê Wezareta Darayî ya Federal. Di denetima demsalî ya dahat û xerciyan de, Herêma Kurdistanê hemû dahat û xercên xwe bi awayekî zelal pêşkêş kiriye.
Di derbarê petrolê de jî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di çend rojên dawî de û bi rêya lijneyeke hevbeş ve, hemû hêsankariyek pêşkêşî lijneya wezareta petrolê ya Federal û kompanyaya SOMO hatiye kirin ji berdestxistina agahî û dane û serdanên rasteras bo tevahiya parzûngehên petrolê li Herêmê, lijneya teknîkî ya herdu wezaretan, li ser protokola destpê kirina hinartina Petrola Herêmê bi rêya kompanya SOMO gehiştine têgehiştineke hevbeş bo wê mîqdara petrolê ya ku niha li Herêma kurdistanê berhem tê, ji ber ku ji ber êrîşên dronî yên trorîstî û nerewa ên vê dawiyê yên li ser parzûngehên Petrola Herêmê, berhemanîna petrolê, bi awayekî berçav kêm bûne.
Ev tedbîrane jî pabendbûna herêmê bi rêkeftinê re piştrast dike, ji ber wê jî divê li hember wê jî Hikûmeta Federal pabendbûna xwe li gor rêkeftinê cîbicî bike bi şandina yekser a mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê, ku heta niha neşandine û mûçegirên Herêma kurdistanê, 3 mehe ji mafên xwe yên darayî hatine bêbeşkirin, ku mafekî destûrî û yasayî yê wane û nabe ji ber ti behaneyekî ev mafana bên binpêkirin.
Encûmena Wezîran, bi rêz û teqdîreke mezin, helwesta berpirsiyar û berxwedana xelkê Herêma Kurdistanê teqdîr dike, ku tevî rewşa darayî ya dijwar, bûne qurbanê biryareke neheq û nedestûrî, lê têgihîştina pêwîst heye. Encûmena Wezîran ji gelê Kurdistanê re piştrast dike ku dê ji bo dabînkirina mûçe û mafên darayî yên xelkê ti carî dudil nebe û dest ji mafên xelkê Kurdistanê berna de.
Encûmena Wezîran bang li medyaya Kurdistanê dike ku bi awayekî rast û berpirsiyar bixebitin û nebin platformek ji bo belavkirina agahiyên derew û dûr ji wêrankirin, xerabî û şîrovekirina xelet.
Di beşa duyem a karnameya civînê de, ku mêvandariya lijneyeke hevbeş li Wezareta Plandananê, Desteya pîvasazî û kontrola cureyî û Wezareta Darayî û Aborû, Rêveberiya Giştî ya Gumrikan, û Wezareta Barzirganî û Pîşesaziyê, Rêveberiya Giştî ya Geşepêdana Pîşesaziyê û Wezareta Nevxwe hatibû kirin, lijneyê naveroka rêkeftina navbera herdu hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Federal di derbarê danîna mekanîzmaya hemahengî û hevkariya navbera her saziyên pîvasazî û kontrola cureyî ya federal û herêmê de di çarçovaya taybetmendî û desthilatên destûrî de aşkera kirin, bi wayekî di çarçoveya wê rêkeftinameya hevbeş, bavernameyên kontrola alav û berhemên ji aliyê herdu saziyên pîvansazî û kontrola cureyî de kar pê tê kirin, bo vê mebestê jî, dê rêkarên xwe yek bikin û desteya pîvansaziyê û kontrola cureyî ya herêma Kurdistanê , dibe aliyê taybetmend bo vê mijara weke dezgayên hevta li hikûmeta federal.
Piştî gotûbêjê, Encûmena Wezîran tevî sipasî kirina li lijneya hevbeş a wezaretên pêywendîdar bo gehiştina vê rêkeftinê li gel hevpîşeyên xwe li hikûmeta Federal, bi dengê giştî biryara pejirandina rêkeftinameyê da û wezaret û aliyên pêywendîdar hatin erkdarkirin bo ku rêkarên pêwîst bên wergirtin di çarçoveya deshilatên destûrî yên herêmê û yasaberên li herêmê wek ya ku di komnivîsa hevbeş a ku di lijneyê de hatiye.
Ev biryara Encumena Wezîran dê roleke girîng di hêsankirin û yekkirina prosedurên teftîşê de bilîze da ku astengiyên ku bûne sedema pirsgirêkan û tevgera bazirganî û danûstandina berhem û kelûpelan di navbera her du aliyan de asteng dikin, bi dawî bibin.
Basnews
